23 November 2026 - 10:06
Source: kmr.abna24.com
Belavkirina beşên dersa derveyî ya (Xarica)fiqhê ya Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî: «Em leşkerên heqê ne» + Vîdyo

Beşên dersa derveyî ya (Xarica)fiqhê yê Hocet-ul-îslam Welmuslimîn Seyîd Mûçteba Huseynî Xameneyî, Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî, ji bo cara yekemîn bi rêya kanala fermî ya wî hatin weşandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt (s.x) – ABNA – Beşên dersa derveyî ya(Xaric) fiqhê yê Ayetullah Seyîd Mûçteba Huseynî Xameneyî, Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî, ji bo cara yekemîn bi rêya kanala fermî ya wî hatin weşandin.

Di vê beşa dersa derveyî ya fiqhê de, Rêberê Bilind bi ravekirina berdewamiya dîrokî ya pevçûna di navbera eniya heq û eniya batil de, tekez li ser domandina vê pevçûnê ji destpêka dîroka mirovahiyê heta roja îro kir.

Wî di beşek ji dersa xwe de, bi îşarekirina xwezaya domdar a vê pevçûnê, wiha got:

«Ji dema Hz. Adem heta niha û heta demên pêşerojê jî, mijar heman mijar e. Tiştên ku aliyê din dibêje jî heman gotinên berê ne; ev pevçûn di dirêjahiya dîrokê de berdewam dike.»

Rêberê Bilind di berdewamiya axaftina xwe de, bi tekezîkirina rêzkirina her du eniyên heq û batil, wiha got:

«Em artêşek in; rêberên wê pêxember û ewliyane û kesên li ser heqê ne. Ew jî artêşeke din in; ew kesên li ser batilê ne.»

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha